maj 25, 2015

SALIHÊ KEVIRBIRÎ ÇIMA DIKENE?

Rojnamevan, nivîskar, fîlmdokumenterkêş, dengbêj, konsolosê kurda li komarên rûsyayê Salihê Kevirbirî hefta derbasbûyî bi kenê xwe bala medyayê kişand. Lê tu kes nizane sedema kenêwî çibû. Me lêkolînek berfireh kir û sedema wê eşkere kir.

Em ê li jêr hejmarek bersiv bidin. Lê yek bersivan tenê rast e. Kesê bersiva rast bêje, em ê qûtê malê yê hefteyekê yadîgarî bikin. Fermo xelata me:

Kîlok ji helawa Entabê ji dikana Ehmed Xifşê
Du nanê qemirî ji firna Cemîl Xencero
Sê qolayên cemidî û qerisî ji kehweya Eta Muto
Kîlok Zeytunê Dêrikê ji dikana Emer Pinê
1 kîlo penîrê bi sirîk ji dikana Xidir Dibo
Sitilek mastê ”Malê DALA” ji dikana Hesenê Stilîlî
1 kîlo bacan û yek xiyar ji dikana Hesenê Eloka

TEBÎNÎ: Ji kerema xwe re e-maila xwe ji Îsmaîlê Mala Xezebo re bişînin, ew ê bi we re têkeve têkiliyê.

Fermo bersivê ji nav bersivan derxînin:

Salih, bi xebera nexweş a mirina xesuwa xanima min keniya û destê xwe dirêjî berjor, Xuda kir. Çi dua kir ez nizanim, lê bi dua xwe jî keniya(!)

Kitêba wî kete çapa 5:em. Ji çapê derneketiye, lê hejmarek bilind jê hat firotin. Ji kêfa dikene.

Piştî 2 miha ji Sibîryayê hate malê, li ser masê du zerf dît û devê wan vekir: Yek jê pere tê de hebû. Heqê rojnamevaniyê, tev 700 lîrayê turkî derket. Kêfa wî hat. Zerfa din vekir, Fatura 2 meha ji bo kiriya xênî, deynê qesap, yê firnê, şînayî û fêkî hatibû. Deyn 1800 lîra bû. Ew halê wî ê kenegirî ye.

Me qala meşhurbûna Salih ji keça Swêdî, xebatkara mexazê da. Piştî wesifdana Salih, keça Swêdî xwest, destê xwe bavêje ser milê Salih û wêneyekî pê re bikşîne.  Ji kêfa dikene.

Cîrana me a Suryanî  Werdê em vexwendin mala xwe.  Xususî  kutilkê şuxlê Midyadê çêkir. Kutilkê wê têra xwe qalind bûn. Mirov 2 gep lê dida, dor nedihat navika wê. Salih keniya. Lê me fêm nekir: Kenê wî  ji bo qedr û qiymeta a Suryanî dabû wî bû, an ji kêfa kutilkên Midyadê bû...

3 sal in soza gera min li Stenbulê dide. Sê sal in rêya min dikeve Stenbulê. Her ku çûme, Salih berê xwe daye Elmaquzilqurta peytextek ji komara rûsyayê. Dema min anî bîra wî, dikene.

Salih sucek kirî ye, lê em nizanin çiye, nabêje. Pisîkek kirî, dixwaze bibe malê lê newêre. Dixwaze em bi malbatî pê re herin û rica bikin ku bihewînin malê(!)

Di roja danasîna kitêba Salih li Stockholmê, jin, mêr, zarok pir kes beşdarî kiribûn. Min ji Salih pirs kir: Çima stiranên kurdî de erotîzm pir derdikeve pêş; weke mîsal,  memik weke sêva ne, lêvên sor,  bêjna zirav bejna te ûhw?
Salih li min nerî, li beşdarên jin û mêr nêrî û keniya.

Salih dixwaze kitêbekê li ser dînê Nisêbînê binîvise. Diçe Nisêbînê ku agehdariyê bistîne. Riya wî dikeve qehweya Eta Mûto. Eta Mûto, Salih dişîne ser maseya Guro, Dîk, Keftaro, Qîqîyo û Jîjo. Dema wan nas dike, meselên xwe jê re dibêjin, kitêbê û hatina Nisêbînê jibîr dike, dikene. Dîko usa fêm dike ku dînê Nisêbînê ne bes bûn, niha yekî din li bajêr zêde bûye, ji aliyê Qûbînê îtxal bûye.

Bi otobusê ji Beyoglu diçe aliyê Sultan Ahmed. Xortê li cem Salih rûniştiye fisekî dike û salih tenê dihele, radibe diçe dawiyê rûdine. Jinek pîr tê û li nik Salihî rûdine. Bi bêvila xwe digre û bi awirên xirap li Salih temaşe dike. Salih, bi zekmê ketiye, bîn naçê, fêm nake bê çi mesele ye, bi jina pir dikene.

Çend roj in makîna firaq şûştinê li mal xirap bûye. Kesên bi telefonê li Salih digerin, ji şingîniya firaqan deng naçe wan. Salih dibêje, li malê bi mêvana re çay vedixwin. Dengê qedehên wan e. Ji mêvana re qala naveroka kitêba xwe a nû dike.

Hineka pê daye bawer kirin ku ew dişibe Yilmaz Guney. Îca dixwaze gavekî nû bavêje. Ji fîlm dokumenterî derbasî karê sînemayî bibe. Dikene û dixwaze ez rola Erol Taş bilîzim û Werdê bibe Turkan Şoray a Yilmêz(!)

Heft rojan hevaltiya Xerîbo ê Nisêbînî re kirî ye. Heft rojan fêm nekiriye ka Xerîbo bi çi karî mijûl e û sohbeta wî li ser çi ye. Nizane şaşîtî lialiyê kî ye û dikene.

Bi telaq tev derew in, bersiv tev li malê hatine amade kirin û komployek sosyetîk û romantîk e ku ji aliyê min ve hatiye peyde kirin. Çavê min lê ye, ez xwe bi xêra wî meşhur bikim.


Xwedê wekîl be, tekelê ereba min biteqe, motora wê bişewite, ez ji banê xênî wer bibim, nigên min bişke û bi sunda bê fitû a jinberdanê yek jê rast e. Zêdetir e, min kêm gotiye û bêbextî tê de tune ye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar