juli 18, 2015

Ji kêf û eşqa qaryola razanê perçe bû!



Gelekî hez ji xanima xwe dikir. Bi serê wê sûnd dixwar. Ji bo xatirê wê, qîma xwe bi qidamê şekirkirî ê gund, nedihanî. Berê xwe dida Nisêbînê, dikana ”Emer Pinê”, nokên teze, nû sorkirî, di şekirbadayî, pembeyî, keskesorî û gewr re têkilavkirî, dixist kîsikê kaxezî, dihanî jê re.

Pê re diket serşokê, bi destê xwe, por û laşê wê bi sabûna zeytilxar, ji zeytûnên Çiyayê Mazî, li dawiya dikana ”Xidir Dibo” afirandî, dişûşt. Dema kefa sabûnê bi ser sîng û bedena wê ve diherikî heta xwarê, kaniya dila, volkanên dilê wî dipeqand. Bi rojan bîna xweş ji por û binê qirika wê nediçû. Wextê li tihêla wê rûdinişt, ne tenê zeytilxar, lê pê re bîna xweza Çiyayê Mazî, gûl û kûlîlkên berrî, tevlî xwedana wê a hûr dibû û Xezebo serxweş dikir. Herdem serxweşê bîn, dîn, dêhndayîn û awirên Eyşetayê bû.

Hefteyek erê yek na, diçû dikana baharatfiroşê bajêr ”Hilû”, bixûr dikirî. Ser agirdanka qehweya tal, pif dida dûyê wê û jinikê, di bin dixanê de dihişt. Nanek ji keva dida feqîr û fuqara û çaveşînikek pêve dikir berbejn, ji bo ku nekeve ber awirên xirap, kes wê çavînî neke.

Wiha nebêjin heyra, xanima wî pêncîûpênc derbas kiribû, lê jin bû. Lihevhatî û bejna wê zirav, sitûna mala wî bû. Pênc zarok jê re anîbû. Karê malê ser pişta wê bû û mêrik tacirî dikir. Mirov li malê dilxweş be, Yezdan jî dilxweşan bihêztir dike. Her cara dilxweşî dida Xezebo, bereket bi ser wan de dibariya, dewlemendtir dibûn.

Xweşiya jiyanê, li malê, bi hemû rengan xwe dida der. Taştiya wan, hingûv, qelî, zeytûnên şîn, qeymax, kakilê gwîz û şînayî bû. Firavîn û Şîvê, qet nepirsin, taweya di tenûrê de, têr goşt, sîr û şînayî, di gel nanê sêlê an tenûrê dihat ser sifrê. Piştî xwarinê û vexwarina çayek germ, herdu radibûn hev bi navê (gulaşê). Kî pişta kê bida erdê, kê li ser zikê kî siwar biba, xesar nebû, dilxweşî a wan bû.

Zarok mezin bibûn. Êdî gulaş, efra, huner û enerjiya xwe dihiştin şevê. Cara dawiyê, şev nîvê şevê, dema zarokên wan, xort û keçên malê razayî bûn û bi dengê gurmênîyekê şiyar bûn û bi hawarî ketin oda dêûbavê xwe, hatibû fêmkirin ku, qaryola wan a razanê, xwe li ber gulaşê negirtibû, şikestibû.

Adinî rojê çûbû Nisêbînê, nik ”Fethoyê Tabûtçî”. Qaryolek ji textên gwîzî, ji stûnên qalind û bi mîxên Entabê, pir xweşik û tebût dabû çêkirin. Lê kêfa Eyşetayê jê re nehat. Ji qaryole bêhtir dişibiya yanekê. Dema qaryolê hesinî bû, deng ji kuderê dihat ne diyar bû, lê kêliya radibûn hev û li hev sor dibûn, zîqe-zîq jê dihanîn. Anku dengê zîqe-zîqê bi qaryolê diket, kêf û çêjek ji dil dida herduwa. Bêxwedika yanê textikî, tebût bû, dikirin nedikirin zîqe-zîq jê nedihat.

Çend roj e Eyşetayê nexweş ketibû. Çavek ji ê wê, xwîn rijiya bû ser, sor bibû. Rehên çavê wê werimî bû. Doktor, sê rojan melhem kirê. Lê heq jê derneket. Dawiyê rêkir nexweşxana Ciyarbekrê. 

Sê rojan li ber serê wê, bê nav mabû. Westiyabû, keça wî bi dayika xwe re çubû. Li malê, tenê ma. Ji duayên cihê dua diqebilin, destên xwe bilind kir û gazî û hawara xwe gihandibû hemû şêx û mişayixên dihat bîra wî. Çavek ji ê Eyşê kor bibû, roniya xwe winda kiribû. Êdî dinya li ber çavên wî reş bû. Qehr û êşa rojên li mal û fikar, porê reşmabû, sipî kir.

Er ê Eyşê çavek e xwe winda kiribû. Lê wê, ji çavê xwe bêhtir di Xezebo de difikirî. Bêriya wî kiribû. Henek û gulaşa ser nivînê. Ramûsanên ji dil, rû, bin qirikê, heta ber tihêlê. Û zîqe-zîqa ser qeryolê.

Siheta wê baş bibû. Dixwest here malê. Cem Xezeboyê xwe. Otebêsa Nisêbînê, nîvro radibû. Her çiqasî doktoran daweya sekna çend rojên din jî kiribû, wê qebûl nekir. Xeftanê xwe li bedena xwe şidand û berê xwe da Nisêbînê.

Çend roj bûn, tenê bû, li odeya razanê. Bê xwarin û vexwarin mabû. Bi carekê re dengê derî hat. Pekiya û çû derî vekir. Dema çav li Eyşê ket, dikir ji kêfa bifire. Çavek xwe winda kiribû. Lê tiştek ji xweşikbûna xwe winda nekiribû. Ji berê bihêztir xuyanî dikir. Lê rewşa Xezebo berevajî bû, hefteya dawiyê, ji qehr, derd, xemgînî û axînê, ji bêxwarin û girî, panzde sal pîrtir xuyanî dikir.  

Zarok razabûn. Êdî bi tenê mabûn. Eyşeta û Xezebo, li odeya xwe, ser textê razanê li hev dinêrîn. Agirê dilê Eyşê dibû volkan û daxwaziya efrayê, gulaşê dikir. Bi rojan nekiribû, ketibû ser hev. Pêwîst bû heyf û tola rojên derbasbûyî jî bistîne. Ji bo gulaşê, cilên ne pêwîst ji xwe kir, şilfî tazî, berê Xezebo da xwe. Lê, bîna sabûna zeytilxar û ne jî xweza Çiyayê Mazî nikaribû alîkariya wî bike. Ne taştiya pir reng û ne jî taweya têr sîr û goşt fêde nedikir. Jinikê nema xwe girt û jê pirsî:

- ”Kuro, çi bûye ji te?! Çi bi te hatiye mal xirabo!?”
- ”Qet nepirse Eyşê. Ji qehr û derdê kwîrbûna çavê te, ez pîr bûm. Ez zêde êşiyam. Mêraniya min bû qûrbana çavê te û fîşekên min qelp kir. 
- ”Xwezî Xezebê minî biçûk serbilind bima, bila çavê min ê din jî kwîr bûba!”

Eyşetayê, weke qet tiştek nebûbe, destê xwe danî ser Xezeboyê xwe î biçûk, bir û anî, hêviya xwe winda nekir. Evîndarî, sebir û hezkirin, derman û melhema hemû brînan bû. Lebta wî bêxer be jî, mizdayina nexweşê biçûk didomand, sebra xwe pê dihanî û hêviyên qels di dilê wê xurtir dikir û bi xwe re, bi dengek e nizm diaxivî:

- “Ev tev bêqudoşiya Fethoyê tabûtçî ye! Vî bêbavî, ji me re ne qeryole, lê tu dibê qey tabûtek çêkir. Ez nema zanim, hêstiran ji ber halê Xezebê biçûk tê de ye, bibarînim. An heft xweziyan, bi wê kêliya ser qaryola berê, kêf û zîqe-zîqa ser qaryolê, bînim?”
Z. Gabar Çiyan