Beşa duwê (2)
Hûn bi xêr bêne Nisêbînê/ji aliyê Cizîra Botan
Li xeraca Otobusan, bê silavdayîna Mihemed Emînê Xensikê ji gundê Weysîkê, tu kes nikare derbasî bajêr bibe. Çavê wî li rê ye, li benda otobus, dolmîş û qemyona ye. Ew ticareta li ser nigan dike. Dermanê dinana difroşe.
Çile anjî hevîn, ferq nake, kûmek hirî li serê wî ye. Pantorê xwe li ser dilê xwe dişidîne, ji newqê berjêrtir hemû haletên wî di nava pantor de xuyanî dike. Ber bi nigan ve, pantorê wî 30 cm kin e. Qûndera wî kevin e, 10 sal in ku nehatiye boyaxkirin.
Ji roja xeraca Otobusan ya Nisêbînê ava bûye, dermanê dinan difroşe. Di 30 salan de çewalek perê wî çêbûbe. Waqifler Bankaye bajêr, li ser faîza perê wî dewlend bûye. Lê Emîno heta niha çaya xwe, xwarin û vexwarina xwe ji kîsî gundiyan e. Nizane bê perê wî çiqas di bankê de heye, destê xwe nade pera, ji bo rojên reş dihilîne (emrê wî dibe 65-70, em nizanin bê kengî roja reş û qiyemeta Nebî Nûh dê bi ser Emîno re were û ew ê perê xwe bikar bihêne?!)
Emîno, di nava dînê Nisêbînê de naskirî ye. Di zemanê xwe de, xortek li hevhatî bû. Kurdiya wî pir baş e. Erebî fêm dike, bi turkî jî dikare îdare bike. Zêde bela xwe li xelkê naxe. Zûbizû hêrs nabe, lê dema hêrs dibe, kesên 10 metroyan nêzî wî bibin dikevin hidudê xeterê, dikarin bikevin ber pêla êrîşa wî.
Encama êrîşa wî tê wateya mirov çavê xwe li nexweşxanê vedike anjî, cihekî li goristanê peyde dike, bi destê xwe gora xwe dikole.
Emîno, rûwê xwe car carna kur dike. Du (2) berber nikarin mûyên di qûlên bêvil û hundirê guhê wî hilbikin, rakin. Mûçing nikare pirsê çareser bike. Hingî mû dirêj dibin, derdikevin derve û guhê wî dibin weke radar, anku parabolên guhdarîkirinê yên CIA yê. Carna lîka hişk bi muyên bêvilê re dirêjî derve dibe û dadileqe. Rihên rûwê wî hişk e, bi du (2) cilêtên ”Necar” nikare were kûrrkirin. Lewma bi makîneya porê riha wî tê kinkirin, anku qûsandin.
Emîno, dermanê dinana difroşe. Derman yek porsiyon e, giraniya poşetekî bi qasî yek gramî ye û ji tozek spî pêk tê. Wan, di kîsikên naylon de, bi tayê tenik dike mîna buxçikan û difroşe rêwîyan (yolciyan). Hinek dibêjin, dermanê cila ”tursîl-omo” ye, hinek dibêjin, ”kerbonato” ye. Min bi xwe tam kir:
Toza spî di devê mirovî de dihile, dengê ”pif-pif”ê jê tê. Hilmek germ û nîv tujî dide qirika mirovî. Agir bi zimanê mirov dikeve, hêsir ji çavên mirovî dihavêje û piştî demekî din motora mirov xirab dibe, dengê ”qur-qur”ê ji zikê mirov û yê ”tirr-tirrê” ji qûna mirov tê (bêhna wan ne di nav hesêp de ye).
Emîno, mîna ciwanên niha, çawa ku di bin tesîra kompîtur û Facebookê de ne, ew jî di zemanê xwe de di bin tesîra mekîneya nivîsînê, anku ”Daktîlo” yê de maye. Nexweşî û girêdana wî bi dektîloyê ve, mîna ya filehan bi Watîkanê ve ye. Çîroka girêdana wî wisa dikare were şirovekirin:
Di salên 65-80 î de, li hemberî saraya (bîna) hikumeta bajêr, çend dikanên luks hebûn. Di her dikanekî de, mase û kursiyên modern û makîneyên nivîsînê, anku daktîlo (deqtîlo) li ser maseyê hatibûn bi cî kirin. Pirsgirêkan rojane yên gundiyan li cem Qeymakam, dadgêr û ziretê bi rêya dîlekçe (serîlêdan) nivîsînê çareser dibûn. Kesên ji gund dihatin bajêr, diçûn dikanan û dîlekçenivîsêr daxwaziyên wan, bi xêra deqtîloyan davêt ser kaxezên spî, diçû ber destê hikumetê û pirsgirêkên biçûk bi xêra daqtîloyan çareser dibû.
Mihemed Emîno, bi erebî fêm dikir. Ew, ji nivîsînê bêhtir bûbû şahidê hêza Daktîloyê. Hikumetê jî nikarîbû xwe li ber hêza daktîloyê bigire. Serikê daqtîloyê ”ya qalind”, ”çûn û hatina wê”, ”teq-teqa” makînê weke keleşkofekî ku otomatîk biteqe, bandorekî mezin li Emîno dikir. Lewma deqtîlo û şibandina şiklê daktîloyê li cem Emîno têra xwe balkêş e û dikare bibe cihê roman û lêkolînan.
Bêşensiyek mezin e ku, aliyê baş yê daktîloyê carna bi rêya Emîno tesîrek xirab jî li civatê dikir.
Bazara Emîno, ya firotina dermanê dinanan, têra xwe balkêş e. Gelek caran firotina dermanê didana û bazara Emîno bi muşteriyan re wisa dest pê dikir:
Muşterî: Ev dermanê çi ye bira?
Emîno: Dermanê dinana ye. Yek bi lîrayekî (qereqe) ye.
Muşterî: Dermanê te bi qasî serê derziyê ye û tu lîreyekî dixwazê, ma ne buha ye?
Emîno: (Mişterî, jin anjî mêr ferq nake) Terriya xwe nehejîne û biqeşite ji vir! Eger tu nekîre çima bazarê dike? Ma ez qeşmerê bavê te me?
Muşterî: Naşibe hebên doktoran, toz e, heta niha kesekî dermanê wisa ecêp nedîtiye. Ma derman e anjî toz e?
Xebatkarê Xeraca Otobusan: (Kesên li xereca otobusan kar dikin Emîno nas dikin. Weke prensîp dixwirin û mudaxeleya bazarê dikin) Nekire xalo nekire. Ew ne dermanê dinana ye! Dermanê cila ye, omo ye, sexte ye! Mirov bi dermanê Emîno virikî dibe…
Emîno: (Emîno zû bi zû hêrs nabe. Lê dema eyba wî û sextebûna dermanê dirana eşkere û li ber çavê miştiriyan bê gotin, pir hêrs dibe) Dermanê qûzê diya we ye! Sekbav. Eger hun naxwazin bikirin, biqeşitin û herin ji vir!
Muşterî: Kuro man e eyb e tu xebera dide?!
Emîno: Eyba qûzê diya te ye. Qûzê diya te daktîlo ye û li ser kîrê min diçe û tê. Li ser vî kîrî dike ”req-req” û ez jî dîlekça diya te pê dinîvisînim!
Kesê rêwî, eger ecemî be, dikare kevirekî anjî darekî ji serê xwe bixwe. Eger wî nas bike, di rêya kin de baz dide.
Çîroka Emîno bi dawî nayê. Lê divê em xwe bighêjînin taxa Qijlê.
Rêûrê mirov di ser lîseya Nisêbînê xwe berdide ser rêya pira Almanya û Taxa Qijlê. Berî rê bê guhertin, bê silavdayîna Mamoste Hemîdî li lîseya bajêr, nikare derbasî taxê bibe. Divê mirov silavê li Mamoste Yawuz Hemîdî bike. Hemîdî li gorî hineka pir jîr û li gorî Qûnciro, ”ji serê xwe qontax” e.
Yawuz Hemîdî mamosteyê kîmya ye. Ji fizîkê jî baş fêm dike. Heft ilimdarên fizîk û kîmyayê nikarin avê li destê Yawuz xoce bikin. Qama wî kin, berçavka wî nîvê rûwê wî digire. Di nav pantor û çakêt û qerewata xwe de winda dibe. Lê hunera wî ya kîmya, û zaniyariya wî hurmetekî mezin li cem rûniştvanên bajêr pêk dihêne. Ji ber ku tu xwendevan nikarin daxwaziyên wî bi cî bihênin, derzên xwe, weke ku ew dixwaze serkevtî bibin, her sal bi dehan kes di sinifên xwe de dimînin, nikarin derbas bibin. An jî bi deyindarî derbasî sinifê nû dibin.
Qûnciroyê Elî Awalî, 10 sal in diçe dibistanê. Di deh salan de, tenê defterekî wî heye. Tevayên ders, notgirtin û imtihanên deh salan di deftera wî de bi cî nebûye. Anku deftera 60 pelî nehatiye dagirtin. Li cem Qûnciro, kîmya û fizîk, tenê ji tîp û hejmaran pêk tê. Anku Yawuz Hemîdî dersa kîmyayê ji serê xwe çêkiriye.
Yawuz Xoce, mijarek ji kîmyayê 20 caran ji Qunciro re dubare dike, dibêje û di gel formulên kîmyayê dihêne zimên. Qûncirê bêdeng lê guhdarî dike. Bêdengiya wî hêviyekî mezin dide Yawuz Xoce. Mirov dibêje, Qûnciro jiber kiriye. Piştî 2 saet dubarekirin, gotin û formulan, Qunciro wisa dibêje:
Ev diya xwe gayê Yawuz Xoce, qala çi dike?! Ez qet tiştekî jê fêm nakim!?
Dawiya dibistanê ye. Dem dema imtihanan e. Yawuz Xoce li gorî paqijiya defter, zanîn û bersivên yekser notên xwendevanan dide. Sibê dora Qunciro, Naîfê Dêrî, Nûredînê Sixyebav û Çakêt Baba ye.
Li dibistanê, di her maseyekî xwendevanan de sê kesan rûdinin. Lê her çar heval, Qûnciro, Naîfo, Nûrî, Çakêt Baba di maseyekî de cihên xwe çêkirine. Ew herçar hevalên hev yê qederê ne. Li dibistanê, li malê, li bazarê, serê avê û li dibistanê bi hev re ne…
Dawiya Beşa duwê. Li benda beşa nû bisekinin…