augusti 26, 2011

Polîtîka Turkiyê ya Kurdan û ”HENANO”







POLÎTÎKA TURKIYÊ JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURDA BI RÊYÊN AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ HEYE, AN NA?

Ez çiqasî difikirim, ez dibêjim pêk nehatiye û şiklê xwe yê dawî negirtiye. An jî heye ez nabînim, nizanim û nikarim bi nav bikim. Xwedê neyne serê tu kesî. Çend sal in difikirim ku bersiva pirsa xwe bidim. Ez dixwînim û ji xelkê dipirsim. Û dîtîna rêveberên dewletê yên berê û yên niha didim ber hev. Dîsa jî nikarim bersivekî peyde bikim.

Siyaseta Turkiyê ya fermî ji bo neçareseriyê: Paşxistina xwestinên Kurda, girtin, hepiskirin, biçûkxistin û kûştin e.
Siyaseta wan ji bo neçareseriyê hem ji bo hundirê welêt heye û hem jî ji bo derveyî welêt tê zanîn. Lê ez çiqas difikirim, nizanim bê siyaseta Turkiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurda bi rêya aştî û demokrasiyê çi ye.

Hinek mafên Kurda yên bênav, anku bêqanûnî hene. Di dewleta ku xwedê giravî, hiqûqê esas digire de navên wan mafan yê fermî tune ye. Weke TRT 6, beşên zimanê Kurdî di zanîngehan de ûhwd. Mirov dikare bêje ku, ew maf, hem hene û hem jî tune ne. Dikarin herdem hebin û dikarin sibê winda bibin. Di dezgehên fermî de hene, lê di qanûna bingehîn de tune ne.

Turkiyê weke dewlet, bi taybetî di çareserkirina pirsgirêka Kurda bi rêya aştî û demokrasiyê de, bi qanûnên xwe yê demokratî û pêkanîna wan, ji xeynî xwe pê ve naşibe tu dewletan. Û em bûne mehr kiriyê wan û hiqûqa wan. An ew li me hatine mehr kirin. Yek ji me nexweş dikeve, felcoyî dibe, li ber mirinê be jî ferq nake. Mehra me dişibe ya Xaçperestên Ortodoks: Ne tê berdan, ne tê hiştin, ne jî tê kûştin û ne jî tê terk kirin. Em ê derdê hev bikşînin heta yek ji me ji qehra bimire û malik lê xirab bibe.

Carna hizir dikim û ji xwe dipirsim: GELO ŞAŞÎTIYA ME KURDA DI VÊ SIYASETA WAN YA NE ZELAL DE HEYE, AN NA?

Ez dibêjim heye. Çi ye, ez nizanim. Ji ber ku pirs bi muxalefeta demokratîk ya Kurda û lêkolînên wan yê ilmî ve girêdayî ye. Çavdêrî û lêkolînên wan yên êrenî hene, an na, ez nizanim.

Weke dîne meşhur, anku binavûdeng yê bajarê Nisêbînê û Qamişlo, “Henano” li min hatiye. Tiştê herî xwezayî û nêzîkî min, ku bi saetan û rojan pê dadikevim, pirsa ku çend tayê pore reş tenê di sere min de hiştiye, bê bersiv dimîne û ez nikarim bersivê peyde bikim.  

”Henano” ji pişkok û zîncirê ber pantora nefret dikir. Ji xwe di ferhenga wî de, peyv û pejirandina ”terpîkê kinik yê bin cila” ne mumkûn bû, tune bû. Tenê pantorek wî hebû. Ji mehê carekî hineka bi xêra xwe jê re dişûşt. Pantorê xwe dikşand ser dilê xwe, bi benekî li newqa xwe dişidand.

Ji ber ku pişkokê ber pantorê wî tune bûn, anjî pantorê wî bê zincîr bû, haletê wî (kîrê wî) derdiket derve. Yê wî, ne wek yê xelkê normal bû. Mîna bacanekî reş ku, bi dilê xwe qalind û dirêj bibe, formek enorm girtibû. Dema dimeşiya diçû vî alî û aliyê din.

Di eslê xwe de, Henano tazî diya xwe çêbûbû, hez jiyanek xwezayî, anku heta jê dihat ji lixwekirina cila bazdida.

Xelkê haletê wî îşaret dikir û jê dipirsî:

- Ew çi ye, Henano?

Henano pêşî li heletê xwe kur kur temaşe dikir, çend deqe difikirî û bersiv dida: 

- Bi Xwedê, ez çiqasî difikirim, ez dikim û nakim nizanim bê çi ye. Ez dibêjim, ew hebe tune be, termûzê binê behrê ye. Anjî marek kor e.  Dibe ku xiyarek be. Heyra bi Xwedê ez jî nizanim bê çi ye.

EZ NIZANIM: GELO, WE EZ FÊM KIRIM, AN NA?

april 22, 2011

Turkiyê biryara vetoyê paşde kişand: ŞEMO VETOYA DEWLETÊ DINIRXÎNE


Şemo Kî ye?

Mîrê mitirbên Nisêbînê Şemo (Şemsedîn) pisporê civatê ye. Perwerdeya xwe di zanîngeha Qijlê û doktora xwe li ber destê mamosteyên hêja Dolmîşo, Piftî û Hesenê Qûtê, li ser pirsa nasîna civatê bi dawî anî ye. Hobiya wî ya herî mezin, lêxistina ribabê ye. Mîrê ribabê ye. Dengê wî û ribaba wî lihev nake. Ji lêxistina dahola ”Ramazan”ê re kesekî di ser xwe re nabîne. Tevayê mitîng, dawet û kampanyên welatparêzî de, civat di ber kemançe û dahola wî de serxweş dibe, bi mila diçin dîlanê û gumînî bi dahol û erdê dikeve, toz dibe ecacok û ber bi ezmên ve bilind dibe.

Emrê Şemo, li derûdora 45 an e û giraniya wî 45 kîlo heye. Çi bixwe, kîloyên wî zêde nabe. Vê dawiyê jinek anî. Dîlberek, çavreş e, lê hinekî kîloyên wê zêde ye. Li gorî birayê wî Sorê (ez berî bi mehekê bûm mêvanê wî), giraniya jinikê nêzî 110 kîloya heye û wisa didome Sorê:

- ”Yabo, bi serê te, serê Êlim (ziyaret e) û bi bereketa serê siwar (aletê wî yê cinsî ye), ez nizanim bê Şemo û jina xwe karê êvarê çawa dikin. Jinik weke qemyonekî bê frêm e, xwe lê diqelibîne û di sere derbas dibe. Şemo di bin de dimîne. Jinikê ava wî derxistiye û wî qûnek kiriye. Lê dîsa jî namirê. Bimirê, wê zarok û jinik di sukira min de bimînin (Sorê bekar e, ne zewicî ye. Dixwaze çi bêje, ez jî nizanim!?.).


Hevpeyvîna bi Şemo re

- Ziring. Zirrring. Zirrrrrr (dengê zîla telefona mala Şemo lêdide, jina wî bersivê dide) Elow. Tu kî ye?
- Navê min Gabar e, ez Ji Swêdê, ji malpera ji dîna dîntir digerim.
- Pepûk!... Suedê, li kudere ye? Ma nêzîkî Edenê ye (mitirbên me bêhtir weke bajarê xerîb, Edenê nas dikin)?
- Edena çi! Ez ji Swêdê, ji derveyî welat digerim.
- Ew li kuderê ye?
- Nêzî dewleta Norvêc û Finlandiya ye…
- Kuro, bê Almanya û hew. Suedê ji kuderê derket (li gorî mitirbên me, Ewropa tev Almanya ye. Navên din mirov ji serê xwe çêdike û peyde dike)
- Er ê, er ê Almanya (carna ji mecbûrî mirov goştê eloka dixwe), ma Şemo ne li mal e…

- (Jina wî bang li Şemo dike, Xwedê giravî, bi dizî jê re dibêje, lê dengê wê diçe hetanî cîrana) Kuro were, ma wextê qedemga te ye.
- Er ê kî ye. Kî digerê?
- Dibê, ez dîn im. Ji Elemanya digerê, Sêvedê ye, Suêdê ye, ez jî nizanim bê çi jehr e!..
- De here lê tiredînê. Suedê bajarê lawê xalê hecî ye, li Almanya ye. Çepel ê, tu hîna Suedê nas nake!

- Elo, ez Şemsedîn im. Ma tu kî ye?
- Gabar
- Ser sera, ser çava lawê xalê hecî. Mal xirabo, ma tu qet li me napirsê. Berî ez jibîra bikim. Havîn tê, û mitora buzdolabiya me top avêtiye. Dolab avê nacemidîne û zarok ava germ vedixwin. Ez qurbano, hinek ji wan kaxezên ”şifqe xwar” ji min re bişîne (şifqe xwar, wêneya li ser ”mark”ê Almanya bû. Mitirbên me navê mark a nizanin, bi şifqe xwar nas dikin. Ji xwe guhertina marka bi euroyê qet nehatiye rojeva wan, zêde sere xwe bi çîrokê wilo dahêşînin. Mark, şifqe xwar û euro ji xwe yek tişt in).

- Şemo dîtina te li ser seçîmê û biryara Vetoyê çi ye?
- Yabo bi sere te û bi sere siwar, me zora wan bir û heft tirrên şamî ji wan berda.
- Çawa yanî?
- Lîstik ji bin serşûnikê erdogan derket. Min zanîbû ew ê serdirêj û stuxwar ne tu zilam e. Bêvila wî weke şêlimekî ye.
- Ma mirov çi bike baş e?
- Hinek ji turka ji zorê fêm dikin. Emê di diya hineka ji wan in, û hew!
- Eybe Şemo. Mirov xeberê nexweş ji neyarê xwe re jî nabêje. Terbiya te xirab bûye.
- Baş e heyran baş e. Jibo xatirê te, ez jê derxînim!?.

april 19, 2011

Taxa Qijlê: Buhişta dîna û feqîra

Beş: I

Eger tu bixwazî serdana taxa Qijlê bike, du rê li pêşiya te hene. Ew jî herdu aliyê rêya îpekê ne:

Kesên ji aliyê Cizîra Botan ê tên, li qiraxa kolanê, nêzî gundê Weysikê peya dibin. Bi meşê, di ser pira Elmana ve xwe berdidin taxê. Bi meşê nîv saet dikşîne.

Dema mirov ji aliyê Mêrdîn were, berî xeta trênê dadikevin û çend deqîqeyên din li taxê ne.

Sînorê taxa Qijlê, ji aliyê Mêrdînê bi rêya ku xwe berdide bajêr dest pê dike. Dighêje goristana Hecaca û nêzî çavkaniya Kanîka. Bajarê Qamişlo anku Rojavayê Kurdistanê ji Kanîka xuyanî dike û li ser sînor hevdîtina xizm, dost û hemwelatiyan, ji bakur û rojava pêk tê. Li wir, welatê ku cendekê wî perçekirî baştir tê dîtin û fêmkirin. Kanîka ji taxê nayê hesêp, lê li ser sînorê wê ye. Mirov xwe bi rêya kanika dighêjîne ba mala ”Edoyê Biskilêtvan”. Kanala kevnare-DSI ku ji Çemê Bunisra diherike û ”Bexçê Nafido” dibire û bexçe dike du beş. Herdu aliyê çem, sînorê bajêr û Qijlê tê hesibandin. Di ser Bexçê Nafido re, mirov fetîheyekî li ser ”Ziyareta Şêx Reşîd” dixwîne û ber jor ve hildikişe, piştî nimêja li ”Mizgefta Mele Unis”, tax di ser xeta trênê re xwe dighêjîne ”Malên Koçeran”.

Taxa Qijlê navê xwe, ji bînahiyek pir mezin û kevnare girtiye ku binahî hetanî salên 1965-70 î ji aliyê artêşê ve dihate bikaranîn. Berê ji bilî Qijlê pê ve binahî zêde tunebûn. Bajêr di destê ”bajarî”yan de bû. Zimanê bajêr, erebiyek herêmî bû. Paşê çend malbat hatin û tax ava kirin. Zimanê bajêr, bi saya taxa Qijla Nisêbînê bû Kurdî.

Piştî ku hejmara taxê çend hezar derbas kir, li wir yekîtiyek Kurda pêk hat. Li hemberî neheqiyên bajariyan û ji bo parastina rûniştvanên xwînî. Rûniştvanên xwînî, çend malbatên pêşî ji Botiyên Sêrtê pêk dihatin. Paşê hejmarek malbat ji Dêrika Çiyayê Mazî hatin. Eşîra Giran ya "Sivûk", bi zaroûzêçên xwe Qijleya kevnare ji xwe re kirin mal. Anku bi saya serê mitirbên taxê, jiyanekî nû û rengîn dest pê kir.

Ji xizmên malbatê naskirî, dîn peyde bûn. Pêşî bi pevçûnê, paşê jî bi hezkirina dîna, taxê deng da.

Buhuşte taxa Qijlê, li wir tolerans û sempatiyekî mezin li hemberî dîna heye. Cinneta dîna ye. Taybetiya dînê Qijlê, ji dîna dîntir, biaqila zîrektir in. Hejmarek dîn li bajêr dijîn, lê heçî dînê Qijlê ne, bûne endamên malê, ji kûflet têne hesêp. Mîna mamûrên nifûsê ne; kîja xort bi çi keçê re zewicî ye, kî aşiqê kî ye, çi xort kîjan keçê revandiye, maçkirina keçûxortan, tirkirina li ber çavan û bêhna wan, navên kesên xesîs, tirsonek, xwedî meslek, maldar, deyindar, pirsên rûhî, yê cinsî, av, xwarin, vexwarin, cilûberg û hwd tev di mêjiyê wan de qeyidkirî ne. Tu qiymeta sirrgirtinê li cem wan tune ye, hemî tişt eşkere ye.

Aliyê erênî ew e ku, heta mirov ji wan re baş be, ew jî wesfê mirov didin, dibin navngînên reklama mirovî. Aliyê neyênî jî, dema mirov wan hêrs bike rê vedibe ku, bibe mêrê dê, xwîşk û jina mirovan. Lê hezkirina dîna, axaftina bi wan re, hinekî hêrskirina wan, bûye perçeyek ji çanda bajêr. Ev têr nake, jin anjî keçên ciwan, zewicî anjî nezewicî, bi wan re diaxifin, ramûsanan didine dînê Qijlê. Bi peyvên evîndariyê û xwarinên xweş wan hartir dikin.
Em gelekî hez ji dînên xwe dikin. Ew rengê bajêr in, dibêjin!?

Ji bilî dîna, hejmarek kesên nîvdînî, behlulî hene. Sînorê di nav wan û kesên dîn de carna têkilav dibe, tenê bi saya pîrsipiyên bajêr dikare bê zelal kirin. Aliyê wan yê hunerî jî heye û kêfxweşiyê didine bajêr.

¤¤¤¤


Beşa duwê (2)

Hûn bi xêr bêne Nisêbînê/ji aliyê Cizîra Botan

Li xeraca Otobusan, bê silavdayîna Mihemed Emînê Xensikê ji gundê Weysîkê, tu kes nikare derbasî bajêr bibe. Çavê wî li rê ye, li benda otobus, dolmîş û qemyona ye. Ew ticareta li ser nigan dike. Dermanê dinana difroşe.

Çile anjî hevîn, ferq nake, kûmek hirî li serê wî ye. Pantorê xwe li ser dilê xwe dişidîne, ji newqê berjêrtir hemû haletên wî di nava pantor de xuyanî dike. Ber bi nigan ve, pantorê wî 30 cm kin e. Qûndera wî kevin e, 10 sal in ku nehatiye boyaxkirin.

Ji roja xeraca Otobusan ya Nisêbînê ava bûye, dermanê dinan difroşe. Di 30 salan de çewalek perê wî çêbûbe. Waqifler Bankaye bajêr, li ser faîza perê wî dewlend bûye. Lê Emîno heta niha çaya xwe, xwarin û vexwarina xwe ji kîsî gundiyan e. Nizane bê perê wî çiqas di bankê de heye, destê xwe nade pera, ji bo rojên reş dihilîne (emrê wî dibe 65-70, em nizanin bê kengî roja reş û qiyemeta Nebî Nûh dê bi ser Emîno re were û ew ê perê xwe bikar bihêne?!)

Emîno, di nava dînê Nisêbînê de naskirî ye. Di zemanê xwe de, xortek li hevhatî bû. Kurdiya wî pir baş e. Erebî fêm dike, bi turkî jî dikare îdare bike. Zêde bela xwe li xelkê naxe. Zûbizû hêrs nabe, lê dema hêrs dibe, kesên 10 metroyan nêzî wî bibin dikevin hidudê xeterê, dikarin bikevin ber pêla êrîşa wî.
Encama êrîşa wî tê wateya mirov çavê xwe li nexweşxanê vedike anjî, cihekî li goristanê peyde dike, bi destê xwe gora xwe dikole.

Emîno, rûwê xwe car carna kur dike. Du (2) berber nikarin mûyên di qûlên bêvil û hundirê guhê wî hilbikin, rakin. Mûçing nikare pirsê çareser bike. Hingî mû dirêj dibin, derdikevin derve û guhê wî dibin weke radar, anku parabolên guhdarîkirinê yên CIA yê. Carna lîka hişk bi muyên bêvilê re dirêjî derve dibe û dadileqe. Rihên rûwê wî hişk e, bi du (2) cilêtên ”Necar” nikare were kûrrkirin. Lewma bi makîneya porê riha wî tê kinkirin, anku qûsandin.

Emîno, dermanê dinana difroşe.  Derman yek porsiyon e, giraniya poşetekî bi qasî yek gramî ye û ji tozek spî pêk tê. Wan, di kîsikên naylon de, bi tayê tenik dike mîna buxçikan û difroşe rêwîyan (yolciyan). Hinek dibêjin, dermanê cila ”tursîl-omo” ye, hinek dibêjin, ”kerbonato” ye. Min bi xwe tam kir:

Toza spî di devê mirovî de dihile, dengê ”pif-pif”ê jê tê. Hilmek germ û nîv tujî dide qirika mirovî. Agir bi zimanê mirov dikeve, hêsir ji çavên mirovî dihavêje û piştî demekî din motora mirov xirab dibe, dengê ”qur-qur”ê ji zikê mirov û yê ”tirr-tirrê” ji qûna mirov tê (bêhna wan ne di nav hesêp de ye).

Emîno, mîna ciwanên niha, çawa ku di bin tesîra kompîtur û Facebookê de ne, ew jî di zemanê xwe de di bin tesîra mekîneya nivîsînê, anku ”Daktîlo” yê de maye. Nexweşî û girêdana wî bi dektîloyê ve, mîna ya filehan bi Watîkanê ve ye. Çîroka girêdana wî wisa dikare were şirovekirin:

Di salên 65-80 î de, li hemberî saraya (bîna) hikumeta bajêr, çend dikanên luks hebûn. Di her dikanekî de, mase û kursiyên modern û makîneyên nivîsînê, anku daktîlo (deqtîlo) li ser maseyê hatibûn bi cî kirin. Pirsgirêkan rojane yên gundiyan li cem Qeymakam, dadgêr û ziretê bi rêya dîlekçe (serîlêdan) nivîsînê çareser dibûn. Kesên ji gund dihatin bajêr, diçûn dikanan û dîlekçenivîsêr daxwaziyên wan, bi xêra deqtîloyan davêt ser kaxezên spî, diçû ber destê hikumetê û pirsgirêkên biçûk bi xêra daqtîloyan çareser dibû.

Mihemed Emîno, bi erebî fêm dikir. Ew, ji nivîsînê bêhtir bûbû şahidê hêza Daktîloyê. Hikumetê jî nikarîbû xwe li ber hêza daktîloyê bigire. Serikê daqtîloyê ”ya qalind”, ”çûn û hatina wê”, ”teq-teqa” makînê weke keleşkofekî ku otomatîk biteqe, bandorekî mezin li Emîno dikir. Lewma deqtîlo û şibandina şiklê daktîloyê li cem Emîno têra xwe balkêş e û dikare bibe cihê roman û lêkolînan.

Bêşensiyek mezin e ku, aliyê baş yê daktîloyê carna bi rêya Emîno tesîrek xirab jî li civatê dikir.

Bazara Emîno, ya firotina dermanê dinanan, têra xwe balkêş e. Gelek caran firotina dermanê didana û  bazara Emîno bi muşteriyan re wisa dest pê dikir:

Muşterî: Ev dermanê çi ye bira?
Emîno: Dermanê dinana ye. Yek bi lîrayekî (qereqe) ye.
Muşterî: Dermanê te bi qasî serê derziyê ye û tu lîreyekî dixwazê, ma ne buha ye?
Emîno: (Mişterî, jin anjî mêr ferq nake) Terriya xwe nehejîne û biqeşite ji vir! Eger tu nekîre çima bazarê dike? Ma ez qeşmerê bavê te me?
Muşterî: Naşibe hebên doktoran, toz e, heta niha kesekî dermanê wisa ecêp nedîtiye. Ma derman e anjî toz e?
Xebatkarê Xeraca Otobusan: (Kesên li xereca otobusan kar dikin Emîno nas dikin. Weke prensîp dixwirin û mudaxeleya bazarê dikin) Nekire xalo nekire. Ew ne dermanê dinana ye! Dermanê cila ye, omo ye, sexte ye! Mirov bi dermanê Emîno virikî dibe…
Emîno: (Emîno zû bi zû hêrs nabe. Lê dema eyba wî û sextebûna dermanê dirana eşkere û li ber çavê miştiriyan bê gotin, pir hêrs dibe) Dermanê qûzê diya we ye! Sekbav. Eger hun naxwazin bikirin, biqeşitin û herin ji vir!
Muşterî: Kuro man e eyb e tu xebera dide?!
Emîno: Eyba qûzê diya te ye. Qûzê diya te daktîlo ye û li ser kîrê min diçe û tê. Li ser vî kîrî dike ”req-req” û ez jî dîlekça diya te pê dinîvisînim!

Kesê rêwî, eger ecemî be, dikare kevirekî anjî darekî ji serê xwe bixwe. Eger wî nas bike, di rêya kin de baz dide.
Çîroka Emîno bi dawî nayê. Lê divê em xwe bighêjînin taxa Qijlê.

Rêûrê mirov di ser lîseya Nisêbînê xwe berdide ser rêya pira Almanya û Taxa Qijlê. Berî rê bê guhertin, bê silavdayîna Mamoste Hemîdî li lîseya bajêr, nikare derbasî taxê bibe. Divê mirov silavê li Mamoste Yawuz Hemîdî bike. Hemîdî li gorî hineka pir jîr û li gorî Qûnciro, ”ji serê xwe qontax” e.

Yawuz Hemîdî mamosteyê kîmya ye. Ji fizîkê jî baş fêm dike. Heft ilimdarên fizîk û kîmyayê nikarin avê li destê Yawuz xoce bikin. Qama wî kin, berçavka wî nîvê rûwê wî digire. Di nav pantor û çakêt û qerewata xwe de winda dibe. Lê hunera wî ya kîmya, û zaniyariya wî hurmetekî mezin li cem rûniştvanên bajêr pêk dihêne. Ji ber ku tu xwendevan nikarin daxwaziyên wî bi cî bihênin, derzên xwe, weke ku ew dixwaze serkevtî bibin, her sal bi dehan kes di sinifên xwe de dimînin, nikarin derbas bibin. An jî bi deyindarî derbasî sinifê nû dibin.

Qûnciroyê Elî Awalî, 10 sal in diçe dibistanê. Di deh salan de, tenê defterekî wî heye. Tevayên ders, notgirtin û imtihanên deh salan di deftera wî de bi cî nebûye. Anku deftera 60 pelî nehatiye dagirtin. Li cem Qûnciro, kîmya û fizîk, tenê ji tîp û hejmaran pêk tê. Anku Yawuz Hemîdî dersa kîmyayê ji serê xwe çêkiriye.
Yawuz Xoce, mijarek ji kîmyayê 20 caran ji Qunciro re dubare dike, dibêje û di gel formulên kîmyayê dihêne zimên. Qûncirê bêdeng lê guhdarî dike. Bêdengiya wî hêviyekî mezin dide Yawuz Xoce. Mirov dibêje, Qûnciro jiber kiriye. Piştî 2 saet dubarekirin, gotin û formulan, Qunciro wisa dibêje:

Ev diya xwe gayê Yawuz Xoce, qala çi dike?! Ez qet tiştekî jê fêm nakim!?

Dawiya dibistanê ye. Dem dema imtihanan e. Yawuz Xoce li gorî paqijiya defter, zanîn û bersivên yekser notên xwendevanan dide. Sibê dora Qunciro, Naîfê Dêrî, Nûredînê Sixyebav û Çakêt Baba ye.

Li dibistanê, di her maseyekî xwendevanan de sê kesan rûdinin. Lê her çar heval, Qûnciro, Naîfo, Nûrî, Çakêt Baba di maseyekî de cihên xwe çêkirine. Ew herçar hevalên hev yê qederê ne. Li dibistanê, li malê, li bazarê, serê avê û li dibistanê bi hev re ne…

Dawiya Beşa duwê. Li benda beşa nû bisekinin…

 

XEYALEK Û TIREK

 
Ji şivantiyê û derdê gundiyan têra xwe hêrs bibû. Hate malê û di ber xwe de jî qise dikir:
- Bes e! Şivantî ne karê min e. Hinek dibin sixye, hinek mûdîrê nahiyê. Hinek jî bekçî. Ma şivantî bû qedera min. Ev çi kar e ku mîna mehra filehan bi min ve zeliqî ye: Ne dihête berdan, ne kûştin, ne jî hiştin. Bes e! Ma ji bilî vî karî çi karên din nema!.


Hinekî bêhna wî fireh bû. Hat ber eynikê û bi tifa xwe serê tilîkên xwe şil kir, û pora xwe şahîk kir. Di ber de jî li bejn û bala xwe dinêrî:
- Ev bejna zirav. Çavên reş. Ez zanim bê çi tirtirê bekçiyan dê ji min derkeve.


Li bêvila xwe ya mezin nerî, mezinbûna wê bê dilî wî bû:
- Hinekî dirêj e. Bi ser sekbavê xalanê min ve çûye!


Mihemedê Şivan di 16 saliya xwe de bi dergistî bibû. Apê wî, çi qelen jê nexwestibû. Ber êvarkî diçû mala xezûrê xwe. Li aliyekî rûdinişt. Dema mêvan dihatin hundir, cihê xwe dida wan. Paşê çay, dendik, benî ûhwd dihanî ber wan. Car carna di bin çavan de li dergistiya xwe dinêrî û ji xwe re digot:
- Mastê ku dimeyîne ecêb xweş e. Hevirkirina wê û newqhejandina wê di ber de, jê nayê gotin. Jin e, jin! Tenê eybek wê heye. Hinekî bêvila wê dirêj e. Çareya wê jî heye. Dema razanê ez ê perdayekê bi ser çavê wê dakim. Artîsta tirka Fadîma Girikê bînim ber xeyala xwe û li cem wê razim.


Adinî rojê çûbû Nisêbînê. Şifêrê Qeymeqamê Nisêbînê dîtibû û pirsa xwendina dibistanê li Mêrdînê jê kiribû. Şaş an jî rast, lê niha zanîbû ku li wir dibistanek dewletê heye. Mirov li wir dixwe, vedixwe, radize û dixwîne.

Bi bavê xwe re qise kir. Jê re qal kir ku dixwaze bibe mûdîrê nehiyê. Bavê wî madê xwe tirş kir û aqil da lawê xwe:
- Li çi deverê hatiye dîtin ku ji şivana mûdîr çêbûye!? Ya herî baş pêşî bibe sixye, paşê bibe mûdîr!.


Wî biryar dabû ku bibe mûdîr. Belkî jî bibe siyasetmedar.

Wê şevê gundî li mala xezûrê wî civiyabûn ku bi hungûlîskê bilîzin. Her ku kesek dihate hundir, Mihemedo radibû ser xwe û cihê xwe dida wî. Cî di hundir de nemabû ku rûne. Li ser şikalan rûnişt. Gava mêvanê dawî hat, rabû ser xwe û cihê xwe da wî. Ma li ser nigan. Çavê xwe gerand, li ber derî misînek hesinî dît. Cihê qûna xwe li ser qûla misîn xweş kir û rûnişt.

Gundî bûn du (2) kom, li hemberî hev rûniştin. Du kesên herî bi tecrûbe bûn serikê koma xwe. Li gorî usilê, gustîlkê bi dizî dixine destê kesekî. Koma din jî, bi şêwr û pirsa eşkere kesên destên xwe vala (bê gustîlk) yek bi yek pûç dikin. Her ku hejmara komê kêm dibe, heyecan zêde dibe û şensê gustîlk di destê yekî de bê dîtin zêdetir dibe. Heyecana lîstikê, bi kişandina çixarê, dixana hundir, dengê dendik, xeyara, hediya hatiye diyarkirin û texmînan bilind dibe. Biryar çiqas kolektîv be jî, gotina dawî ji aliyê serekê komê tê gotin.

Hungûlîsk cara duwê hate gerandin. Hevlbendên Mihemedo carekî biserketibûn. Mihemedo gelek caran bûbû şahidê lîstika gustîlkê, lê ji ber emrê xwe yê biçûk beşdarî lîstikê nedibû. Piştî biryara dergistîbûna wî, bûbû zilam, êdî rêya lîstikê jî li ber vebibû. Serekê wî, bi dizî gustîlk xiste destê Mihemedo.

Li odeya hemberî wan, jin rûniştibûn. Dergistiya wî û jinên din Mihemedo didîtin. Ji ber hingûlîskê û nerîna dergistiya xwe heyecanekê girt ser Mihemedo. Sor bû. Sipî bû. Xwêdanek hûr girte ser rûwê wî. Nefes car carna lê diçikiya.

Serokê koma din di bin çavan de li wan dinêrî. Hejmarek kes pûç kir û derêxist derveyî lîstikê. Hayê wî ji Mihemedo hebû. Xwedana ser çavên wî, lebta wî jê re ne xerîb bû. Berê xwe da Mihemedo û bi dengek bilind:
- Mihemedo! Hungîlîsk li cem te ye, derxîn holê!


Weke ku ji darekê bikeve. Kezeba wî ji tirsa qetiya. Heft xencer lê ketiba, xwîn jê nedihat. Ji kontrolê derket û tirek kir. Bi dengê tira xwe, ji xew şiyar bû. Lê dereng bû. Tira ku ji qûnê derkeve nema bi paşve dihêt. Mihemedo, rabû ser xwe û bêyî ku li dawiya xwe meyze bike, bazda devî derî. Deryê hewşê bi qasî 150 metreyan dûrî odeya rûniştinê bû. Hetanî gihişte ber devê deriyê hewşê, hîna jî dengê tira wî ji hundirê misîn dihat. Bêhn bi hundirê misîn ket. Misîn ji destmêjê ket, bi heft ava nedihat helalkirin, pê nema destnimêj dibû. Şewibî bû.

Mihemedo bi lezê hate mal. Bavê xwe ji xew rakir:
- Çi bûye lawê min? Te çima nîvê şevê ez ji xew şiyar kirim?
- ….?! Min tirek kir.
- Hemû kes tira dike. Ne tiştekî ecêb e.
- Li mala apê min, li ber tevayê mêvanê û li odê, li hemberî dergistiya min û jinên gund…
- Tişt nabe lawê min. Tu xortî. Tê jibîrkirin.


Navê tirekbûnê zor e. Mirov bi heft ava jê nayê şûştin. Nav, bi heft mewlûda ji ser mirov naçe. Weke toqa lanetê dikeve sikura mirovî. Nema dikarîbû bi dergistiya xwe re jî bizewice. Dikarîbû sibê di nava civatê jê re bêje:
- Tireko! Ma ne tu bû ku li mala bavê min li hember gundiyan tirek di misîn de kir.


Mihemedo hetanî berê sibehê raneza. Deh fikir xirab dikir, deh jî ava dikir. Tir tenê ba xem nedikir. Weke topa ramazanê ya Nisêbînê deng jê derketibû. Hema deng tenê ba ne problem bû. Gundî bi bêhna wê serxweş bûn, ji ser hişên xwe çûn. Pacên hundir tev hatin vekirin. Lê bêxwediya bêhnê, bi dîwarên odê ve zeliqî bû, dernediket.

Mihemedo, berê sibehê ji rêya dostmama xwe derket û barkir bajêr û li wir bi cî bû.

15 sal bi ser bûyerê re derbas bibû. Mihemedo ji xwe re got:
- Ev 15 sal in ku ez neçûme gundê xwe. Gelek kes mirin, hinekan ji gund barkir. Ji bilî pismamek û dotmama min pê ve çi kes li gund nema. Niha mesela tirê hatiye jibîrkirin. Ez ê herim gund.


Berê xwe da gund. Gihişte ber kaniya gund. Bi xêrhatin pê dan. Navê dotmam û pismamê xwe ji wan re got û li cihê mala wan pirsî:
- Ev lawkê 10 salî yê dostmama te ye. Ew dikare rê nîşanî te bike.


Bi rê de dimeşin û lawkê biçûk jê dipirse:
- Xalo tu kî yî?
- Dayika te dotmama min e. Navê min Mihemed e.
- Mihemedê Şivan!?
- Belê, yê Şivan.
- Xalo, ez qurbana te bim, wê mesela xwe ya tirê ji min re bêje.
- Ez çi bêjim lawo. Eger ne ji vê qûna tirek bûna, niha tu lawê vî kîrî bûyî. Îca ez çi bikim. Ez kîrê te di vê qûna tirek kim.


Mihemedo ji nîvê rê vegeriya ku berê xwe da bajêr. Fêm kir ku tira wî nehatiye jibîrkirin. Di nava malbatê de belav bûye. Gihişte ber kaniya gund û bû şahidê sohbeta jina:
- Keçê lawê min 15 salî ye, ne 14 û 8 meh.
- De here lê. Lawê te 15 salî ye. Sala ku Mihemedo li odê tirek kiribû, qolincê hemîlebûnê hatin te, di heman şevê de lawê te çêbû.


Mihemedo nema xwe girt, berê xwe da jina û qîrîya:
- Tira xelkê bûye saeta we, bûye teqwîma we (salnema). Ma ne eyb e, ku tira xelkê bûye benîştê devê we û jê dernakeve!!!


Belê xeyalên Mihemedo bi vê tirê têk çûbû. Nebû mûdîr, ne sixye, ne jî bekçî. Lê bibû henekvanek hêja. Serpêhatiyên wî yên rengîn li gelek deveran belav bûn. Têra xwe hatibû nasîn. Mihemedê Şivan berî niha çûbû rehmetê. Rehma Xwedê lê be.


Tebînî: Nivîsa min di lotikxane.com û Kovara Nûbûn ê li Herêma Kurdistanê belav bûbû.