april 13, 2015

Mele Nisredîn û qonaxa çareseriya pirsa kurd


Dawiya hefta derbasbûyî hewa germ bû. Êdî nîsan e û roj dirêjtir bûne. Germbûna tîrêjên rojê qels in û mirovan dixapîne. Kesên cilên çile dihilînin û bi yên tenik digerin, ji zekem, bêvil herikandin û kuxikê rizgar nabin.
Li Swêdê çile dirêj e. Bi roj çend saetan ronî xuyanî dike, dibe êvar û reşayî zû dikeve erdê. Şevên reş û tarî ku têra xwe dirêj in û bi dawî nayên, însana diwestîne. Dema mirov serê sibê zû diçe kar, reş e. Êvarê piştî kar, her reş e. Baş e ku berf dibare. Bi gilokên berfê, bajarê Stockholmê kirasê bûkaniyê bi ser bedena xwe de berdide û reş
ayî cihê xwe de, ronahî û spîtiyê. Berf pir dibare û demek dirêj li erdê dimîne. Ji bo Toriyên aliyê Nisêbînê, berf barîna herdem û bi mihan, hîsek ecêp pêk dihêne: Tu dibê qey, behar nema tê û hatina havînê ne mumkun e.
Heçî Êstilî, Nisêbînî û Mêrdîniyên bajarî ne, bi taybetî Suryanî, di hewa xweş de, şiroveyên bi nûkte û henek dikin.


Şemî ye. Dinya xweş e, roj dirêjtir bûne û tav e. Bi çend dost û hevalên Suryanî re, li nav bexçeya nasekî rûniştî ne, em qehwê vedixwin. Mijarên sohbetê ji gazinên hewa Swêdê û cilşokê û derdê şûştina cila dirêjî 100 saliya Seyfo û buyerên li Agiriyê dibe. Paşê dizîvire ser qonaxa çareseriya pisrgirêka Kurd li bakurê welêt. Ez sohbeta heftê, bê şirove pêşkêşî we dikim.

Denho: Bawerî li turka nayê...
Segvan: Wiha mebêje! Divê baweriya nav wan xurt bibe ku lihevhatin bê pê.
Moris: Bi Mesîh xapandin tê de heye! Li dora meselê diçûn û tên, lê dor nayê ser niqta esasî.
Denho: Rast e. Di peymanê de sistayî heye. Di zemanê berê, dema di nav du eşîran de pevçûn dibû, xwîn dirjiya û mêr diketin erdê, lihevhatina wan di huzura du-sê şahidên nasdar û ne ji herdu eş
îran, dibû. Soz û peyman nirxek xwe hebû. Di nav du aliyan de, bêbextî, rîp û lîstik ne hêsan bû, zû bi zû nedibû. Herdu aliyan soza xwe bi cî dihanîn. Aliyê soza bi cî nedihanî, dihate ber cezeyê xwe.
Segvan: Yanê, tu dibêjî, Turkiyê soza xwe bi cî nahîne.
Hanna: Bawerî bi turka nayê. Divê şahidên biyanî û nasdar di nav wan de hebin ku, qonax serkevtî berepêş
biçe.
Moris: Çawa wê çêbibe? Serokomar di nav de ye... mit tevlî meselê bûye. Destê serowezîr tê de ye. Ma ne bes e?
Denho: Heyra hûn turka baş nas nakin. Wek mesela Melayê Meş
hur li meselê hatiye.

"Rojekê, Xocayê Nisredîn di kolanek bilind ji yê Mêrdîn hildiki
şe. Di nav emir de çûye, hilkişîna kêş pê zehmet tê, diweste. Bayê zikê wî zoriyê dibe û tirekî berdide. Dikeve şikê ku, kesên din bi dengê tirê hisî ne û karin jê re bikin eyb. Mîna kesekî ber xwe fedî û ber tirê ketî, bi xwe re diaxife:
- Ax ji derdê pîrîyê. Mala ehtiyariyê ne ava! Mirov nikare xwe bigre û fedîkar dibe.

Melayê Meşhûr li dora xwe temaşe dike, lê tu kesekî nabîne. Paş
ê bersiva xwe bi xwe dide û rastiya xwe dihêne zimên:
- Pêwîst nake tu bi eyba qûna xwe, pîriyê sucdar bikî! Wextê tu ciwan bû jî min te nas dikir û tu eynî tirek bûyî."


Îca heyra xelk ne weke min û te ne. Soza xwe bi cî nahênin. Tirek û sed tir, li nik tirekan yek tişt e. Divê mîna zemanê berê, di nav mirov û xwîniyê mirov de şahidên biyanî hebin, peyman û soz jibîr nebin. Rê li ber hîle û teşqelan bê girtin.
Segvan: Yanê, tu dibêje, heta mirov nebe tirek, nikare zora tirekan bibe?
Hanna: Herê lawo Segvano! Bavê te jî kêfa xwe anî û go, kurekî min çêbû! De were îca, serê xwe li dîwara nede û neşkîne, derdê xwe ji yê mîna Segvano re bêje, pê re meselên dinyê niqaş bike û mesela kurda çareser bike!..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar