augusti 01, 2013

Firat Cewerî

Min cara pêşî wî li taxa Kişlê, salên piştî 70 î li Nisêbînê nas kir.

Taxa Kişlê, navê xwe ji avahiya dîrokî ya leşkerî digire. Îro, ew avahî xirab bûye. Tenê dîwarek Kişlê li ser nigan maye. Ji mitirbên Nisêbînê, giregirên eşîra
'Sivûk' çend malbatan xaniyên xwe bi dîwarê Kişlê ve girêdan. Îro, bi saya serê "Şemo", "Sorê" û "Dolmîşo" dîwarê dîrokî yê Kişlê li ser nigan maye.


Wê demê, taxa Kişlê bi yekîtî û tifaqa xwe ya xurt bûbû cihê parastina gelek malbatên mexdûr bûyî. Malbatên ku bardikirin wir, diketin bin şemsiya parastinê. Piştre pirsgirêkên wan dihate niqaşkirin û çareserî dihatin peydekirin. Girêkên kor û birînên nû bi bêhnfirehî dihatin çareserkirin. Dema êrîş diçû ser malbatên mexdûrbûyî, kesên li taxê di rêberiya muxtêr û giregirên taxê re rêya têkiliyê bi êrîşkaran re peyde dikirin û rê li ber bûyeran digirtin. Problemên wan bi şêweyek mirovahî çareser dibûn. Ev aliyê Kişlê dibû sedem ku ew bibe taxek parastî û dayiktiyê ji gelek malbatên cewaz ku ew ji gelek aliyên Kurdistanê hatibûn, bike.

Li wir Suryanî bi hunera desta, bi dirançêkir û zêrkeriyê, Tixûbî û Qelenderî bi çandiniyê, Sêrtiyê Botanê bi kaçaxê û bazirganiyê dadiketin. Pirengiya pîşeyî û dewlemendiya xwezayî ya derûdora Nisêbînê wek erdên bi bereket, pembo çandinî, tirî û beniyê Omeriya, dehlên Bûnisra, mast û şîrê "malê Dala" û hwd. nirxê bajêr bilind dikir.

Siyaset! Ew jî dihat kirin. Wê demê, Eşîra Sivûk bi Kawa re bûn. Bi taybetî "Gûro". Ji taxê, "Qîqîyo" û "Keftaro" dijminê "herdû super dewletan" bûn. Bi 50 mêrî dimançek wan hebû. Demançe bi kêfê, dema ne pêwîst bû diteqiya.
Beşek ji xelkê Omeriya bi "Koma Serbixwe", "Rêya Azadî", "KDP" ê û "KUK" ê re bûn. Piştre "PKK" ê jî alîgirên xwe çêbû...

Dîn, belakir û behlûl li taxê gelek bûn. Bi giştî taxa Kişle ji xwe re kiribûn navend. "Ehmedê Heramî" pisîtiya mirovan bi "hineya buhiştê" dida nasîn. "Heçikçiko", şifêrtî dikir, lê bê kemyon bû. Haletê "Henano" yê cinsî bi qasî "termosê binê deryayê" bû. "Hesenê Qûtê" stirana xwe digot, hem jî dilê xwe li jinebiyên taxê xira dikir. Li gorî "Saliho" ku ew bi xwe Kurd e, Kurd nanê cehî dixwin. Lewma ew nikarin baş bifikirin, "ker in û kerê wan jî ker in". "Xerîbo" ne dîn e lê xarîban e. Tamîra motorsîklek û bisiklêtan dike. Lê Motorsîkletên nû di nav destê wî de qûnek dibûn. "Piftî" bi riha xwe ku çend muyên wê heye, bi her muyekî ve gunehkariyek nivîsî ye. "Ramazano" seqet e, dikûle, lê pir dişibe Yilmaz Guney. Bi çavê Yilmaz li xwe dinêre...

Kêf bê Şemo û Sorê ku hûnermendê kemançê ne û mîrê zirne û daholê Dolmîşo û Şemdîn, nedibû. Belekirên taxê jî hebûn: Dîk, Atamûto, Jîjo, Qîqîyo, Keftaro, Hitiko, Çeyno, Şêxo Dîno û hwd...

Taxa Kişlê ji rûniştvanên rengîn pêk dihat. Malbatên li wir bi cî dibûn ji ber sedemên guhertî dihatin taxê. Lê ji sedemên hatina wan bêhtir, qala exlaqê cîrantiya malbatan dibû cihê pirsê. Kurd dibêjin, "ne li xanî, lê li cînarekî baş bikire". Lewma gelek caran li ser rola cîrantiya malbatan dihate rawestandin.

Malbata Firat Cewerî li taxa Kişlê, di kûçeya "Şêxo Bêzo", "Xezebo" û "Gozelê" de bi cî bibû. Bêzo, kaçaxçiyek navdar bû. Nîvê lingek wî bibû qûrbana mayinekê. Paşê tobe kir û nema keçaxî kir. Ji mala Şêxo bêzo wir de, malbata "Qanûndirêja" û "Pîro", di kûça teng de malbata "Sofî Incas" hebû. "Mêhdî Xoce" şoreşger û kurdçiyek nasdar bû. Ew lawê Sofî ye. Germ e, kêfa xorta jê re tê. Ji mala Incas bi wir de, Kişle heye û Eşîra Sivûk li wir bi giranî bi cî bûne.

Li gorî muxtarê taxê, bavê Firat Cewerî mirovek mêr bû, lê wî hez ji pevçûnê ne dikir, ji belê dûr bû, hez ji dostên xwe dikir û qiymet dida wan. Bi gotinek din, bavê Cewerî melekek ji yê Xuda bû. Yezdan, wî wek nimûnek başiyê şandibû nav mirovan. Birayên Cewerî, M. Elî û Remazan mirovin bê deng, hurmetkar, mirovhez bûn. Malbat, ji aliyê Dêrika Çiyayê Maziyê hatibûn taxa Kişlê. Hêza taxê û tifaqa wir, bi malbatê xurtir bibû.

Firat zaroktiya xwe li aliyê Çiyayê Maziyê derbas kiribû. Bingeha zimanê xwe yê xurt ji dayika xwe, der û dora xwe girtibû. Di navbêra zaroktî û xortaniyê de, bi malbata xwe re hatibû Nisêbînê. Nisêbînê ji aliyê dewlemendiya çand û zimanên cewaz bandorek erênî li nivîskartiya wî kir.

Cewerî, di salên xortaniya xwe de hez ji xwendinê dikir. Qiymet dida têkiliyên hevaltî û dostaniyê. Aktîf bû. Hevalên wî û derûdora wî hez jê dikir. Xortek lihevhatî, bi peyva "bajariyan", ew jî mîna gelek xortên taxê "kisîr yaqişiklî" bû.

Taxa Kişlê kaniya welatperweriyê bû. Serdanên siyasetvanên nasdar Mûsa Anter, Zûbeyir Yildirim, endamên KDP ya bakur ji taxê qût nedibû. Mala beşek ji wan kesên welatperwer li taxê bû. Pir rengînbûna taxe û xwezaya bajêr ya welatperwerî bandora xwe piralî lê kir. Zilma li ser gel, ziman û çanda qedexekirî dît. Weke gelek ciwanên bajêr, mezinbûn, kûrbûn û xweşbûna zimanê kurdî û çanda kurdî di helbestên Cegerxwîn, di pirtûka "Brîna Reş" de ya Mûsa Anter, di çalakiyên Newroz ê û hwd. de dît. Û di destpêka xortaniya xwe de biryar da ku jiyana xwe têxe xizmeta gelê xwe û li ser edebiyata kurdî xebatek bê westan bike.

Belê, ziman û çanda qedexekirî bala wî bêhtir dikişand. Pir dixwest li ser wan kur bibe. Rojekê Firat Cewerî winda bû. Paşê em pê hisiyan ku ew çûbû welatê xerîbiyê. Derketibû Ewropayê. Li Swêdê bi cî bûbû û bi kurdî dinîvisî. Pirtûkên wî belav dibûn...

Firat Cewerî hejmarek pirtûk nivîsand. Beşek ji klasîkên cîhanê wergerand kurdî. Kovara Nûdêm ê bê westan hejmarek sal weşand. Xebatên pir alî ji bo edebiyata kurdî kir. Kutûpxaneya kurdî dewlemend kir. Paşê jî ji bo endametiya Komîteya Karger ya PEN a Swêdê hate hilbijartin...

Cewerî di xwezayek pirçandî de xortaniya xwe derbas kir. Xwend û xwe bi pêş xist. Nivîsand û cihê xwe bi nirxtir kir. Da pey şopa bavê xwe û qiymet da heval û dostên xwe. Mirovheziya wî ji nêz ve tê nasîn. Lewma ye Nisêbiniya hez jê kir û wek nivîskarek Nisêbînî wesfê wî da. Ew bû zavayê Nisêbîniya û îro Nisêbînî bi zavayê xwe serbilind in...

Detsê te xweş û Yezdan jiyana te bi bereket bike da ku xizmeta te ji bo çand û zimanê Kurdî bidome.

Tebînî: Ev nivîsa min di hezîrana 2007 an de hatibû nivîsîn û min ew di Lotixanê de belav kir. Gabar ÇIYAN

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar