augusti 26, 2011

Polîtîka Turkiyê ya Kurdan û ”HENANO”







POLÎTÎKA TURKIYÊ JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURDA BI RÊYÊN AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ HEYE, AN NA?

Ez çiqasî difikirim, ez dibêjim pêk nehatiye û şiklê xwe yê dawî negirtiye. An jî heye ez nabînim, nizanim û nikarim bi nav bikim. Xwedê neyne serê tu kesî. Çend sal in difikirim ku bersiva pirsa xwe bidim. Ez dixwînim û ji xelkê dipirsim. Û dîtîna rêveberên dewletê yên berê û yên niha didim ber hev. Dîsa jî nikarim bersivekî peyde bikim.

Siyaseta Turkiyê ya fermî ji bo neçareseriyê: Paşxistina xwestinên Kurda, girtin, hepiskirin, biçûkxistin û kûştin e.
Siyaseta wan ji bo neçareseriyê hem ji bo hundirê welêt heye û hem jî ji bo derveyî welêt tê zanîn. Lê ez çiqas difikirim, nizanim bê siyaseta Turkiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurda bi rêya aştî û demokrasiyê çi ye.

Hinek mafên Kurda yên bênav, anku bêqanûnî hene. Di dewleta ku xwedê giravî, hiqûqê esas digire de navên wan mafan yê fermî tune ye. Weke TRT 6, beşên zimanê Kurdî di zanîngehan de ûhwd. Mirov dikare bêje ku, ew maf, hem hene û hem jî tune ne. Dikarin herdem hebin û dikarin sibê winda bibin. Di dezgehên fermî de hene, lê di qanûna bingehîn de tune ne.

Turkiyê weke dewlet, bi taybetî di çareserkirina pirsgirêka Kurda bi rêya aştî û demokrasiyê de, bi qanûnên xwe yê demokratî û pêkanîna wan, ji xeynî xwe pê ve naşibe tu dewletan. Û em bûne mehr kiriyê wan û hiqûqa wan. An ew li me hatine mehr kirin. Yek ji me nexweş dikeve, felcoyî dibe, li ber mirinê be jî ferq nake. Mehra me dişibe ya Xaçperestên Ortodoks: Ne tê berdan, ne tê hiştin, ne jî tê kûştin û ne jî tê terk kirin. Em ê derdê hev bikşînin heta yek ji me ji qehra bimire û malik lê xirab bibe.

Carna hizir dikim û ji xwe dipirsim: GELO ŞAŞÎTIYA ME KURDA DI VÊ SIYASETA WAN YA NE ZELAL DE HEYE, AN NA?

Ez dibêjim heye. Çi ye, ez nizanim. Ji ber ku pirs bi muxalefeta demokratîk ya Kurda û lêkolînên wan yê ilmî ve girêdayî ye. Çavdêrî û lêkolînên wan yên êrenî hene, an na, ez nizanim.

Weke dîne meşhur, anku binavûdeng yê bajarê Nisêbînê û Qamişlo, “Henano” li min hatiye. Tiştê herî xwezayî û nêzîkî min, ku bi saetan û rojan pê dadikevim, pirsa ku çend tayê pore reş tenê di sere min de hiştiye, bê bersiv dimîne û ez nikarim bersivê peyde bikim.  

”Henano” ji pişkok û zîncirê ber pantora nefret dikir. Ji xwe di ferhenga wî de, peyv û pejirandina ”terpîkê kinik yê bin cila” ne mumkûn bû, tune bû. Tenê pantorek wî hebû. Ji mehê carekî hineka bi xêra xwe jê re dişûşt. Pantorê xwe dikşand ser dilê xwe, bi benekî li newqa xwe dişidand.

Ji ber ku pişkokê ber pantorê wî tune bûn, anjî pantorê wî bê zincîr bû, haletê wî (kîrê wî) derdiket derve. Yê wî, ne wek yê xelkê normal bû. Mîna bacanekî reş ku, bi dilê xwe qalind û dirêj bibe, formek enorm girtibû. Dema dimeşiya diçû vî alî û aliyê din.

Di eslê xwe de, Henano tazî diya xwe çêbûbû, hez jiyanek xwezayî, anku heta jê dihat ji lixwekirina cila bazdida.

Xelkê haletê wî îşaret dikir û jê dipirsî:

- Ew çi ye, Henano?

Henano pêşî li heletê xwe kur kur temaşe dikir, çend deqe difikirî û bersiv dida: 

- Bi Xwedê, ez çiqasî difikirim, ez dikim û nakim nizanim bê çi ye. Ez dibêjim, ew hebe tune be, termûzê binê behrê ye. Anjî marek kor e.  Dibe ku xiyarek be. Heyra bi Xwedê ez jî nizanim bê çi ye.

EZ NIZANIM: GELO, WE EZ FÊM KIRIM, AN NA?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar