juni 19, 2015

ÎRO DOSTÊ MINÎ HERÎ NEZÎK WEFAT KIR



Malîno, gundîno...
dost, nas, xizm...
xwîşk, bira, xwarzê û brazî...

Tu kes, çi kesan nikarim tehemûl bikim îro. Bêhna min teng e. Xwedê hebîna, min tenê bihêlin. Bi serê xwe, di nav hêstir û xatiratan de. Bihêlin bila ewroj were bîra min: Bila dema wî, dijminê herî mezin yê malbatê û mala mezin kûşt û tune kir. Xwîna wî rijand, goştê canê wî di nav diranê xwe de cut. Wê demê min fêm kir ku çi fêris e.

Bila îro tu kes, li min megere û telefonê meke. Çi dostû nêz meyên mala min. Peyamên xwe di dîwarê "Feyz bûkê"a min de belav mekin. Ez naxwazim. Bihêlin, dilê min bi kul e. Erê emir emrê Yezdan e, lê mirina wî, bi min giran tê. Ew, bi simêlên boz, dirêj û badayî, ne layiqî axa sar û cemidî bû.

Rojiya miha ramazanê ye îro cîrano, guneh e ku mirov li dijî mirinê, emrê îlahî derbikeve. Her gunehek, bi dehan, xêrek bi hezar xêran tê hesêp. Bila li zora Yezdên meçe. Lê hevalê min lê hêja bû. Mirina wî, valabûna di du xwe de hiştiye, nayê dagirtin.

Bi qasî bavê xwe, kêfa min jê re dihat. Bavê min wefat kir, ez ewqasî pê ne êşiyam. Êşa "Çav Kesk"ê min, mezin e. Bêlome, ya star ya Rebî, Xweda vê êşê medê tu kesî, mede neyarê min, car û cînara.

Ew mêr bû, egîd bû. Tevayê zeriyên taxê jê re bibûn Leyl û ew Mecnûn. Çend ji wan zeriyan jê hemîle man, kes nizane. Tolaz bû û çav li der bû. Lê, mêrekî lê hêja bû. Lê xweş helal be. Wan mêrek jê çêtir peyde nedikirin. Çavê Xwedê lê bû. Û Xwedê qewet dide pişta wî.

Bila çi kes neyê tazîyê, nebê serê te sax be. Îro wefat kir dostê minî nêz. Erebê pêl kir, negihişt nexweşxanê û mir. Jina min bimra, ez ewqasî li ber nediketim.

Hevalê minî herî nêz, "Çav Kesk"ê min, pisîka minî Wanê mir îro.

Dijmin û qatilê bi sedan mişk û cirdê mala mezin, çû ser heqiya xwe. Di du xwe de, çend sêwî hişt, ne diyar e. Çend bîpisîk man, li benda lêkolînê ye. Simêl dirêj û badayîyê ber dilê min, çû rehmetê.

Hûn, bi qedrê Xwedê kin, ne sêle bû. Fatîhakê "ser îmamê çaroxî" li rûhê wî bixwînin. Xeberê bidin şêxê Cizîra Bohtan û keşayê Dêra Zafaranê, bêjin şêx û keşeyo qûrbano, jê re dua bikin. Gelek gunehên wî hene, zinêkar û tolazekî di ser xwe re bû, belkî xêra duayên we, efû bibe.


Nepirsin, cînarno, ez dil bi kul im, kûl û keserên dilê min bê derman e. Wê min jî bikûje û pê re bibe aliyê din.

Z. Gabar Çiyan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar