april 19, 2011

XEYALEK Û TIREK

 
Ji şivantiyê û derdê gundiyan têra xwe hêrs bibû. Hate malê û di ber xwe de jî qise dikir:
- Bes e! Şivantî ne karê min e. Hinek dibin sixye, hinek mûdîrê nahiyê. Hinek jî bekçî. Ma şivantî bû qedera min. Ev çi kar e ku mîna mehra filehan bi min ve zeliqî ye: Ne dihête berdan, ne kûştin, ne jî hiştin. Bes e! Ma ji bilî vî karî çi karên din nema!.


Hinekî bêhna wî fireh bû. Hat ber eynikê û bi tifa xwe serê tilîkên xwe şil kir, û pora xwe şahîk kir. Di ber de jî li bejn û bala xwe dinêrî:
- Ev bejna zirav. Çavên reş. Ez zanim bê çi tirtirê bekçiyan dê ji min derkeve.


Li bêvila xwe ya mezin nerî, mezinbûna wê bê dilî wî bû:
- Hinekî dirêj e. Bi ser sekbavê xalanê min ve çûye!


Mihemedê Şivan di 16 saliya xwe de bi dergistî bibû. Apê wî, çi qelen jê nexwestibû. Ber êvarkî diçû mala xezûrê xwe. Li aliyekî rûdinişt. Dema mêvan dihatin hundir, cihê xwe dida wan. Paşê çay, dendik, benî ûhwd dihanî ber wan. Car carna di bin çavan de li dergistiya xwe dinêrî û ji xwe re digot:
- Mastê ku dimeyîne ecêb xweş e. Hevirkirina wê û newqhejandina wê di ber de, jê nayê gotin. Jin e, jin! Tenê eybek wê heye. Hinekî bêvila wê dirêj e. Çareya wê jî heye. Dema razanê ez ê perdayekê bi ser çavê wê dakim. Artîsta tirka Fadîma Girikê bînim ber xeyala xwe û li cem wê razim.


Adinî rojê çûbû Nisêbînê. Şifêrê Qeymeqamê Nisêbînê dîtibû û pirsa xwendina dibistanê li Mêrdînê jê kiribû. Şaş an jî rast, lê niha zanîbû ku li wir dibistanek dewletê heye. Mirov li wir dixwe, vedixwe, radize û dixwîne.

Bi bavê xwe re qise kir. Jê re qal kir ku dixwaze bibe mûdîrê nehiyê. Bavê wî madê xwe tirş kir û aqil da lawê xwe:
- Li çi deverê hatiye dîtin ku ji şivana mûdîr çêbûye!? Ya herî baş pêşî bibe sixye, paşê bibe mûdîr!.


Wî biryar dabû ku bibe mûdîr. Belkî jî bibe siyasetmedar.

Wê şevê gundî li mala xezûrê wî civiyabûn ku bi hungûlîskê bilîzin. Her ku kesek dihate hundir, Mihemedo radibû ser xwe û cihê xwe dida wî. Cî di hundir de nemabû ku rûne. Li ser şikalan rûnişt. Gava mêvanê dawî hat, rabû ser xwe û cihê xwe da wî. Ma li ser nigan. Çavê xwe gerand, li ber derî misînek hesinî dît. Cihê qûna xwe li ser qûla misîn xweş kir û rûnişt.

Gundî bûn du (2) kom, li hemberî hev rûniştin. Du kesên herî bi tecrûbe bûn serikê koma xwe. Li gorî usilê, gustîlkê bi dizî dixine destê kesekî. Koma din jî, bi şêwr û pirsa eşkere kesên destên xwe vala (bê gustîlk) yek bi yek pûç dikin. Her ku hejmara komê kêm dibe, heyecan zêde dibe û şensê gustîlk di destê yekî de bê dîtin zêdetir dibe. Heyecana lîstikê, bi kişandina çixarê, dixana hundir, dengê dendik, xeyara, hediya hatiye diyarkirin û texmînan bilind dibe. Biryar çiqas kolektîv be jî, gotina dawî ji aliyê serekê komê tê gotin.

Hungûlîsk cara duwê hate gerandin. Hevlbendên Mihemedo carekî biserketibûn. Mihemedo gelek caran bûbû şahidê lîstika gustîlkê, lê ji ber emrê xwe yê biçûk beşdarî lîstikê nedibû. Piştî biryara dergistîbûna wî, bûbû zilam, êdî rêya lîstikê jî li ber vebibû. Serekê wî, bi dizî gustîlk xiste destê Mihemedo.

Li odeya hemberî wan, jin rûniştibûn. Dergistiya wî û jinên din Mihemedo didîtin. Ji ber hingûlîskê û nerîna dergistiya xwe heyecanekê girt ser Mihemedo. Sor bû. Sipî bû. Xwêdanek hûr girte ser rûwê wî. Nefes car carna lê diçikiya.

Serokê koma din di bin çavan de li wan dinêrî. Hejmarek kes pûç kir û derêxist derveyî lîstikê. Hayê wî ji Mihemedo hebû. Xwedana ser çavên wî, lebta wî jê re ne xerîb bû. Berê xwe da Mihemedo û bi dengek bilind:
- Mihemedo! Hungîlîsk li cem te ye, derxîn holê!


Weke ku ji darekê bikeve. Kezeba wî ji tirsa qetiya. Heft xencer lê ketiba, xwîn jê nedihat. Ji kontrolê derket û tirek kir. Bi dengê tira xwe, ji xew şiyar bû. Lê dereng bû. Tira ku ji qûnê derkeve nema bi paşve dihêt. Mihemedo, rabû ser xwe û bêyî ku li dawiya xwe meyze bike, bazda devî derî. Deryê hewşê bi qasî 150 metreyan dûrî odeya rûniştinê bû. Hetanî gihişte ber devê deriyê hewşê, hîna jî dengê tira wî ji hundirê misîn dihat. Bêhn bi hundirê misîn ket. Misîn ji destmêjê ket, bi heft ava nedihat helalkirin, pê nema destnimêj dibû. Şewibî bû.

Mihemedo bi lezê hate mal. Bavê xwe ji xew rakir:
- Çi bûye lawê min? Te çima nîvê şevê ez ji xew şiyar kirim?
- ….?! Min tirek kir.
- Hemû kes tira dike. Ne tiştekî ecêb e.
- Li mala apê min, li ber tevayê mêvanê û li odê, li hemberî dergistiya min û jinên gund…
- Tişt nabe lawê min. Tu xortî. Tê jibîrkirin.


Navê tirekbûnê zor e. Mirov bi heft ava jê nayê şûştin. Nav, bi heft mewlûda ji ser mirov naçe. Weke toqa lanetê dikeve sikura mirovî. Nema dikarîbû bi dergistiya xwe re jî bizewice. Dikarîbû sibê di nava civatê jê re bêje:
- Tireko! Ma ne tu bû ku li mala bavê min li hember gundiyan tirek di misîn de kir.


Mihemedo hetanî berê sibehê raneza. Deh fikir xirab dikir, deh jî ava dikir. Tir tenê ba xem nedikir. Weke topa ramazanê ya Nisêbînê deng jê derketibû. Hema deng tenê ba ne problem bû. Gundî bi bêhna wê serxweş bûn, ji ser hişên xwe çûn. Pacên hundir tev hatin vekirin. Lê bêxwediya bêhnê, bi dîwarên odê ve zeliqî bû, dernediket.

Mihemedo, berê sibehê ji rêya dostmama xwe derket û barkir bajêr û li wir bi cî bû.

15 sal bi ser bûyerê re derbas bibû. Mihemedo ji xwe re got:
- Ev 15 sal in ku ez neçûme gundê xwe. Gelek kes mirin, hinekan ji gund barkir. Ji bilî pismamek û dotmama min pê ve çi kes li gund nema. Niha mesela tirê hatiye jibîrkirin. Ez ê herim gund.


Berê xwe da gund. Gihişte ber kaniya gund. Bi xêrhatin pê dan. Navê dotmam û pismamê xwe ji wan re got û li cihê mala wan pirsî:
- Ev lawkê 10 salî yê dostmama te ye. Ew dikare rê nîşanî te bike.


Bi rê de dimeşin û lawkê biçûk jê dipirse:
- Xalo tu kî yî?
- Dayika te dotmama min e. Navê min Mihemed e.
- Mihemedê Şivan!?
- Belê, yê Şivan.
- Xalo, ez qurbana te bim, wê mesela xwe ya tirê ji min re bêje.
- Ez çi bêjim lawo. Eger ne ji vê qûna tirek bûna, niha tu lawê vî kîrî bûyî. Îca ez çi bikim. Ez kîrê te di vê qûna tirek kim.


Mihemedo ji nîvê rê vegeriya ku berê xwe da bajêr. Fêm kir ku tira wî nehatiye jibîrkirin. Di nava malbatê de belav bûye. Gihişte ber kaniya gund û bû şahidê sohbeta jina:
- Keçê lawê min 15 salî ye, ne 14 û 8 meh.
- De here lê. Lawê te 15 salî ye. Sala ku Mihemedo li odê tirek kiribû, qolincê hemîlebûnê hatin te, di heman şevê de lawê te çêbû.


Mihemedo nema xwe girt, berê xwe da jina û qîrîya:
- Tira xelkê bûye saeta we, bûye teqwîma we (salnema). Ma ne eyb e, ku tira xelkê bûye benîştê devê we û jê dernakeve!!!


Belê xeyalên Mihemedo bi vê tirê têk çûbû. Nebû mûdîr, ne sixye, ne jî bekçî. Lê bibû henekvanek hêja. Serpêhatiyên wî yên rengîn li gelek deveran belav bûn. Têra xwe hatibû nasîn. Mihemedê Şivan berî niha çûbû rehmetê. Rehma Xwedê lê be.


Tebînî: Nivîsa min di lotikxane.com û Kovara Nûbûn ê li Herêma Kurdistanê belav bûbû.

1 kommentar:

  1. Kekê Gabar
    Bloga te bıla serxêrê be.
    Hewcedariya me Kurdan, weki hemû mıletên dınê, bı mizah û qerfê heye. Mıletên ku ne xwediyê mizah û qerfên xwırt ın, weki zeviyên beyar û darên bêberr ın.

    Dı zargotına Kurdan da û her wusa, dı her tax, gund û bajari da, gelek nımûneyên xweş ya mizaha kurdi hene, her wusa ji, lı her deri hın kes an ji figur hene ku ew qehremanên serketi yên qerf û mizaha kurdi ne, kesên wusa lı benda kıfşkırına me ne.

    Hêvidarım ku bloga te dı vi wari da bıbe gaveki qenc.

    Serketınê jı te ra dıxwazım.
    Serhad Bapir

    SvaraRadera