Rojnamevan,
nivîskar, fîlmdokumenterkêş, dengbêj, konsolosê kurda li komarên rûsyayê Salihê
Kevirbirî hefta derbasbûyî bi kenê xwe bala medyayê kişand. Lê tu kes nizane
sedema kenêwî çibû. Me lêkolînek berfireh kir û sedema wê eşkere kir.
Em ê li jêr hejmarek bersiv bidin. Lê yek bersivan tenê rast e. Kesê bersiva rast bêje, em ê qûtê malê yê hefteyekê yadîgarî bikin. Fermo xelata me:
Em ê li jêr hejmarek bersiv bidin. Lê yek bersivan tenê rast e. Kesê bersiva rast bêje, em ê qûtê malê yê hefteyekê yadîgarî bikin. Fermo xelata me:
Kîlok ji
helawa Entabê ji dikana Ehmed Xifşê
Du nanê qemirî ji firna Cemîl Xencero
Sê qolayên cemidî û qerisî ji kehweya Eta Muto
Kîlok Zeytunê Dêrikê ji dikana Emer Pinê
1 kîlo penîrê bi sirîk ji dikana Xidir Dibo
Sitilek mastê ”Malê DALA” ji dikana Hesenê Stilîlî
1 kîlo bacan û yek xiyar ji dikana Hesenê Eloka
Du nanê qemirî ji firna Cemîl Xencero
Sê qolayên cemidî û qerisî ji kehweya Eta Muto
Kîlok Zeytunê Dêrikê ji dikana Emer Pinê
1 kîlo penîrê bi sirîk ji dikana Xidir Dibo
Sitilek mastê ”Malê DALA” ji dikana Hesenê Stilîlî
1 kîlo bacan û yek xiyar ji dikana Hesenê Eloka
TEBÎNÎ: Ji kerema
xwe re e-maila xwe ji Îsmaîlê Mala Xezebo re bişînin, ew ê bi we re têkeve
têkiliyê.
Fermo
bersivê ji nav bersivan derxînin:
Salih, bi xebera
nexweş a mirina xesuwa xanima min keniya û destê xwe dirêjî berjor, Xuda kir. Çi
dua kir ez nizanim, lê bi dua xwe jî keniya(!)
Kitêba wî
kete çapa 5:em. Ji çapê derneketiye, lê hejmarek bilind jê hat firotin. Ji kêfa
dikene.
Piştî 2
miha ji Sibîryayê hate malê, li ser masê du zerf dît û devê wan vekir: Yek jê pere tê de hebû. Heqê rojnamevaniyê,
tev 700 lîrayê turkî derket. Kêfa wî hat. Zerfa din vekir, Fatura 2 meha ji bo
kiriya xênî, deynê qesap, yê firnê, şînayî û fêkî hatibû. Deyn 1800 lîra bû. Ew
halê wî ê kenegirî ye.
Me qala
meşhurbûna Salih ji keça Swêdî, xebatkara mexazê da. Piştî wesifdana Salih,
keça Swêdî xwest, destê xwe bavêje ser milê Salih û wêneyekî pê re bikşîne. Ji kêfa dikene.
Cîrana me a Suryanî Werdê em vexwendin mala xwe. Xususî
kutilkê şuxlê Midyadê çêkir. Kutilkê wê
têra xwe qalind bûn. Mirov 2 gep lê dida, dor nedihat navika wê. Salih keniya.
Lê me fêm nekir: Kenê wî ji bo qedr û
qiymeta a Suryanî dabû wî bû, an ji kêfa kutilkên Midyadê bû...
3 sal in
soza gera min li Stenbulê dide. Sê sal in rêya min dikeve Stenbulê. Her ku çûme,
Salih berê xwe daye Elmaquzilqurta peytextek ji komara rûsyayê. Dema min anî
bîra wî, dikene.
Salih sucek
kirî ye, lê em nizanin çiye, nabêje. Pisîkek kirî, dixwaze bibe malê lê newêre.
Dixwaze em bi malbatî pê re herin û rica bikin ku bihewînin malê(!)
Di roja
danasîna kitêba Salih li Stockholmê, jin, mêr, zarok pir kes beşdarî kiribûn.
Min ji Salih pirs kir: Çima stiranên kurdî de erotîzm pir derdikeve pêş; weke
mîsal, memik weke sêva ne, lêvên sor, bêjna zirav bejna te ûhw?
Salih li min nerî, li beşdarên jin û mêr nêrî û keniya.
Salih li min nerî, li beşdarên jin û mêr nêrî û keniya.
Salih
dixwaze kitêbekê li ser dînê Nisêbînê binîvise. Diçe Nisêbînê ku agehdariyê
bistîne. Riya wî dikeve qehweya Eta Mûto. Eta Mûto, Salih dişîne ser maseya
Guro, Dîk, Keftaro, Qîqîyo û Jîjo. Dema wan nas dike, meselên xwe jê re
dibêjin, kitêbê û hatina Nisêbînê jibîr dike, dikene. Dîko usa fêm dike ku dînê
Nisêbînê ne bes bûn, niha yekî din li bajêr zêde bûye, ji aliyê Qûbînê îtxal
bûye.
Bi otobusê
ji Beyoglu diçe aliyê Sultan Ahmed. Xortê li cem Salih rûniştiye fisekî dike û
salih tenê dihele, radibe diçe dawiyê rûdine. Jinek pîr tê û li nik Salihî
rûdine. Bi bêvila xwe digre û bi awirên xirap li Salih temaşe dike. Salih, bi
zekmê ketiye, bîn naçê, fêm nake bê çi mesele ye, bi jina pir dikene.
Çend roj in
makîna firaq şûştinê li mal xirap bûye. Kesên bi telefonê li Salih digerin, ji
şingîniya firaqan deng naçe wan. Salih dibêje, li malê bi mêvana re çay
vedixwin. Dengê qedehên wan e. Ji mêvana re qala naveroka kitêba xwe a nû dike.
Hineka pê daye
bawer kirin ku ew dişibe Yilmaz Guney. Îca dixwaze gavekî nû bavêje. Ji fîlm dokumenterî derbasî karê sînemayî bibe. Dikene û dixwaze ez rola Erol Taş
bilîzim û Werdê bibe Turkan Şoray a Yilmêz(!)
Heft rojan
hevaltiya Xerîbo ê Nisêbînî re kirî ye. Heft rojan fêm nekiriye ka Xerîbo bi çi
karî mijûl e û sohbeta wî li ser çi ye. Nizane şaşîtî lialiyê kî ye û dikene.
Bi telaq
tev derew in, bersiv tev li malê hatine amade kirin û komployek sosyetîk û
romantîk e ku ji aliyê min ve hatiye peyde kirin. Çavê min lê ye, ez xwe bi
xêra wî meşhur bikim.
Xwedê wekîl
be, tekelê ereba min biteqe, motora wê bişewite, ez ji banê xênî wer bibim,
nigên min bişke û bi sunda bê fitû a jinberdanê yek jê rast e. Zêdetir e, min kêm
gotiye û bêbextî tê de tune ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar